25 serok û 120 şandên hikûmetan tevlî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan dibin

Li Dubey

Navenda Nûçeyan (K24) - Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey ji 12 heta 14ê vê mehê li jêr drûşmê Çêkirina Hikûmetên Paşerojê tê kirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi rêya şandekê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî wê dibe.

Îro (Yekşem, 11.02.2024) karên pêşiyê yên Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta li Dubey hatin destpêkirin û sibe bi rengekê fermî ew dê bê vekirin.

Ew lûtke bi tevlîbûna berpirs, şareza, desthilatdar, serkirdeyên hizirmend û hejmareka rêkxistinên navdewletî tê kirin.

Di wê lûtkeyê de, 25 serokên welatan û serokên hikûmetan, 85 rêkxistinên navdewletî, herêmî û dezgehên cîhanî, 120 çandên hikûmî û hejamreka serkirdeyên hizirmend û şarezayên cîhanî dê berhev bibin, 110 danûstandinên gerim tên kirin, tê de 200 kesatiyên cîhanî diaxivin û, ji bilî 23 civînên wezarî û rûniştinên bicihanînê, bi amadebûna 300 wezîrên ku tevlî wê lûtkeyê bûne.

Şandiyê K24ê ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmeta li Dubey pêştir ragehandibû, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê di wê lûtkeyê de gotarek pêşkêş bike.

Pêştir jî Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) ji bo tevlîbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ku dê rojên 12-14ê Sibatê li Dubeyê bê lidarxistin, ber bi Îmaratê ve bi rê ket.”

Diyar jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cigirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubeyê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm tevlî vê lûtkeyê dibe, ku biryar e gotarekê jî bi amadebûna hijmareka serokwezîr û berpirsên payebilind pêşkêş bike.”

Amaje bi wê jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya vê lûtkeyê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne.”

Ji aliyekê dî ve, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, "Ez dilxweşi m ku tevlî Koptîka Cîhanî ya Hikûmetan dibim”.