Piroseya Hejmara Min li Silêmanî û Dihokê hat destpêkirin

Hejmara Min
Hejmara Min

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya tomarkirina navên fermanberan di pirojeya Hejmara Min de li parêzgehên Silêmanî û Dihokê jî hat destpêkirin.

Tîma Serpirşt a Pirojeya Hejamra Min li Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 11.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Ji îro ve piroseya tomarkirina navên fermanberên dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sinorê her du parêzgehên Silêmanî û Dihokê jî hat destpêkirin”.

Li dawiya meha borî, Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, piroseya tomarkirina navên fermanberan di pirojeya Hejmara Min de gehişt 200 hezar kesan, herwesa 23 hezar fermanberan kartên bankê wergirtine û 36 amûrên perekêşanê ATM jî hatine damezrandin.

Pêştir jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehandibû, “Armanca me ew e ku heta dawiya sala 2024ê, yek milyon welatiyên Herêma Kurdistanê xizmetkariyên bankî werbigirin”.

Hejmara Min pêşengiyeka Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo pêşxistina kertê bankê û dîjîtalkirina peredanê ji bo zêdetirî yek milyon fermanberan, karmendên hêzên ewlehiyê û xanenişînên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku ev jî piştbestina bi karûbarên kaş kêm dike, aktîviya hikûmetê û şefafiyetê jî zêdetir dike.