Îsraîl: Hêzên me 2 dîl li bajarê Refahê rizgar kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî 128 rojan, hêzên Îsraîlî 2 ji dîlên ku di 7ê Cotmeha borî de ji aliyê çekdarên Hemasê ve hatibûn revandin, rizgar kirin.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de belav kir, wan şeva borî di operasyonekê de, 2 ji dîlên ku di 7ê Cotmeha borî de ji aliyê Hemasê ve hatibûn revandin, li bajarê Refehê yê li başûrê Kerta Xezzeyê rizgar kirin.

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Galant aşkere kir, operasyon bi beşdariya artêş, hêzên taybet ên polîs û Ajansa Ewlekariyê (Shabak) û bi şopandina Serokwezîr Benjamin Netanyahu hate kirin.

Diyar kir jî, 2 dîlên ku hatine rizgarkirin, Fernando Simon Marman (60 salî) û Louis Har (70 salî) ne. Her du dîl jî ji bo pişknîna bijîşkî bo nexweşxaneya Şeba Tel Haşomir a Tel Avîvê hatin rakirin.

Ji aliyê xwe ve, berdevkê artêşa Îsraîlê Danîel Hegarî ragihand, di operasyona rizgarkirina dîln de, şer û pevçûn bi çekdarên Hemasê re derketin.

Roja 7ê Cotmeha 2023an Tevgera Hemasê êrîşî ser Îsraîlê kiribû, hejmarek ji Îsraîliyan kuştin û hejmarek jî wek dîl revandin, piştre jî Îsraîlê dest bi êrîşeke dijwar li ser Xezzeyê kir.

Beşek ji dîlan piştî rêkeftina demkî di berdêla azadkirina hejmarek ji girtiyên Hemasê hatin berdan, lê li gorî nivîsgeha Serokwezîriya Israîlê, 132 dîl di destê Hemasê de mane û dora kêm 30 dîlan jî di êrişên li ser Kerta Xezzeyê de hatine kuştin. .