Partiya Însan û Azadî banga bijartina waneya bijare ya zimanê kurdî dike

Diyarbekir (K24) – Partiya Însan û Azadiyê bang li raya giştî kir ku girnigiyê bidin wnaeya bijare ya zimanê kurdî û ji malbatan jî hate xwestin ku d dibistanan de bo zarokên xwe waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijêrin.

Partiya Însan û Azadî (PÎA) bi daxuyaniyekê bang li kurdan kir ku xwedî li Waneya Bijare Ya Zimanê Kurdî derbikevin. Daxuyaniya PÎA de ji malbatan re jî tê gotin ku bo zarokên xwe waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijêrin. Daxuyaniya PİA wisa ye:

Ji Raya Giştî û Çapemenîyê re

Weke ku tê zanîn ji 2012an û vir de dersa zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) ji alîyên xwendekarên polên di navbera 5 û 12'an de tê hilbijartin. Ev sal jî ewê xwendekar di navbera 30'ê çile û 18'ê sibatê de dersên bijarte hilbijêrin.

Em dersên Kurdî yê bijarte girîng û weke merhaleyek muhîm dibînin. Lê tu carî jî em vê derfetê têr nabînin.

Miletekî ku zimanê wê bibe zimanê bijarte ev nîşaneya bindestîya wê miletê ye. Hetanî ku zimanê Kurdî nebe zimanê fermî û perwerdehîyê, pirsgirêka Kurdan û ya zimanê Kurdî ewê çareser nebe.

Em bang li miletê Kurd, sazîyên sivîl û partîyên Kurdî dikin ku di derbarê dersên bijarte de baldar bibin û çalak bibin.

Dîsa em wek Partîya Însan û Azadîyê bang li hemû dê û bav û xwendakarên Kurd dikin ku hetanî 18'ê sibatê dersên Kurdî (Kurmancî û Zazakî) hilbijêrin.

Bi hêvîya ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê bimînin di xêr û xweşîyê de.