Alîkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji Efrîniyan re berdewam in

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku wek yekem dezgeha xêrxwaziyê gihîşt ziyandîtiyên erdheja 6ê Sibata 2023an li Efrînê, di belavkirina alîkariyên xwe de berdewam e. Ziyandîtiyên erdhejê jî ji hatina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dilxweş in.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî piştî erdheja 6ê Sibatê, gihîşt Efrîn û navçeya Cindirêsê û alîkarî li ser ziyandîtiyên erdhejê dabeş kirin û heta niha di alîkariyên xwe de berdewam e.

Ziyandîtiya erdhejê Ferîde Îbrahîm dibêje: “Rewşa min gelekî xirabe. Hevjînê min nexweş e, ez bi xwe jî nexweş im. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariya min kirin û heta niha jî alîkariya min dikin û jiyana min hinekî hat guhartin.”

Endamê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê Serbest Xelîl dibêje: “Ev salek e Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye Efrînê. Bê cudahî alîkarî bi ziyandîtiyên erdhejê re kirin, wek kon, xwarin û cilûberg pêşkêşî xelkê kirin. Her tiştê ku pêwîstiya ziyandîtiyan hebûya, me ji wan re dabîn dikir, ta ku bizanin ku ew ne bê xwedî ne.”

Salek di ser erdheja 6ê Sibatê re detbas bûye û heta niha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di alîkarîkirina xelkê Efrînê de berdewam e ku heta di heyama vê sale de 101 barhilgirên alîkariyan derbasî Efrînê kirine û li ser 186 gundan û 7 navçeyan belav kirine.