Li Îzmîrê 6 rojnameger hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro bi ser hinek malan de girt û 6 rojnameger hatin binçav kirin.

Di operasyonan de nûçegihanên ajansa “Mezopotamya” Semra Turan, Delal Akyuz û Tolga Gunet, nûçegihana “JINNEWS” Melîke Aydin, nûçegihanê Rojnameya Duvarê Cîhan Başakçioglu û xebatkara medyayê ya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut hatin binçavkirin.

Ji aliyê xwe ve, ajansa Mezopotamyayê belav kir, sedema binçavkirin wan 6 rojnamegeran nehatiye eşkerekirin û kesên binçavkirî ji bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Çankayayê ya Îzmîrê hatine birin.

Hat zanîn ku biryara nihênîbûnê li ser dosyayê heye û parêzer nikarin heta 24 demjimêran rojnamagerên binçavkiriyan bibînin.