Nêçîrvan Barzanî: Divê sînorek ji milîsên Iraqê re bê danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê di wê metirsiyê de ye ku Bexda nekare wê biparêze, lewma divê sînorek li pêşiya grûpên milîsên Iraqê bê danîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê ligel kenalên “Al-Arabiya” û “Alhadath” de got: “Rewşa niha ji qonaxa DAIŞê dijwartir e, ji ber ku eniya şer nayê zanîn.”

Herwiha Nêçîrvan Barzanî helwesta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bilind nirxan û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku di parastina Herêma Kurdistanê de roleke aktîf bilîze.

Amaje bi wê jî kir: “Herêma Kurdistanê dê çarçoveya Iraqê de, biryarê li ser hebûn û mayîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li nava Îraqê bide.”

Nêçîrvan Barzanî red kir ku ti pêwendiyek di navbera Herêma Kurdistanê û Îsraîlê de hebe û got: “Ti pêwendiya me bi Îsraîlê re nîne û ti baregehake Mossada Îsraîlê li Herêma Kurdistanê nîne. Ji ber wê jî propagandayên Îranê yên derbarê hebûna baregehên Mossadê li Herêma Kurdistanê ne rast in û Tehranê jî ti belgeyek derbarê hebûna Mossadê li Herêma Kurdistanê nedaye Bexdayê.”

Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser wê yekê kir, Herêma Kurdistanê ne jêdera metirsiyê ye li ser Îranê, ji ber wê jî bombebaran û êrişên mûşekî yên Îranê ku bûne sedema şehîdbûna sivîlan, nabe di çarçoveya dostaniyê de werin kirin.

Got jî: “Îran û grûpên milîs ên Îraqî, ku xwe wek Berxwedana Îslamî ya Îraqî didin nasîn, çendîn caran bi bihaneya hebûna baregehên Mossad a Îsraîlî, êrîşî çend deverên Herêma Kurdistanê kirine.”

Derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de, Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Bi her awayî em red dikin Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) axa me li dijî Tirkiyeyê bikar bîne. Ji ber ku PKK jêdera gefê li ser cîranên me ye, vê yekê jî nakokiyeke mezin ji me û Bexdayê re çêkiriye.”

Derbarê Iraqê de jî Serokê Herêma Kurdistanê got: “Tevî derbasbûna 20 salan, lê sîstema federalî li Iraqê nehatiye cîbicîkirin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di mijara dahatan de, bi şefafiyeke baş serederiyê ligel hikûmeta Iraqê dike.”