Bayern Munich li pêş “bazên” Lazio têk diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Bayern Munich di yekem lîstika qonaxa (16) a Lîga Şampiyonan de li hember mêvandara xwe Lazio (0 - 1) têk çû.
Roja Sêşem û Çarşemê lîstikên gera çûnê ya qonaxa (16) a Champions League ya Ewropayê birêve çûn. Lazio li yarîgeha Qlîmpiyatê li Romayê pêşwazî li Bayern Munich kir û bi encama (1- 0) biser ket.
Gola tekane ya Lazio di xuleka (69) de bi riya Ciro Immobile bi lêdana penaltiyê hat tomarkirin.
Encamên lîstikên din ên gera yekem a (16) wiha bûn:
PSG (2 -0) Real Sociedad
Copenhagen (1 - 3) MAN City
Leipzig (0 - 1) Real Madrîd
Roja sêşem û çarşema bê jî ev tîm dê di heman qonaxê de rûbirûyî hevdu bibin:
Inter - Atletico Madrid
Eindhoven - Borussia Dortmund
Napolî – Barcelona
Porto – Arsenal