Serokkomarê Tirkiyeyê YNKê bi “piştgiriya PKKê” tohmetbar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan radigihîne, “Eger YNK dest ji piştevaniya PKK, YPG û PYDê bernede, em ê heta dawiyê deriyên xweşbîniyê bigrin.”

Erdogan îro 15ê Sibatê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Tirkiye dostê dostên xwe ye. Serdanên li pey hev ên wezîrên derve, wezîrê berevaniyê û serokê dezgeha îstixbarata Tirkiyê bo Iraqê, bûne sedema rakirina atmosfera nerênî ku hebû û hin geşedanên baş di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de çêbûn.

Erdogan wiha got: “Em amade ne ku bi cîranên xwe re her cure gavan bavêjin, bi şertê ku û terorîst li ser sînorên me çênebin. Kes wekî me rêzê li yekparebûna axa Iraq û Sûriyeyê nagire.”

Herwiha got: “Lê YNK li ser vê pirsê xwedî helwesteke neyînî ye û wan li ser vê pirsê gelek caran hişyarî dane Yekitiyê û gotine: Em li vir hin pêkhatinên nû dibînin. Derfetê nedin van. Eger na, hûn ê bi tenê bimînin. Yekîtî digel hemû hişyariyên me, piştgirya PKKê û YPGê dike.”

Erdogan got jî: “Eger YNK dest ji piştevaniya PKK, YPG û PYDê bernede, em ê heta dawiyê deriyên xweşbîniyê bigirin.”

Ev ne cara yekê ye ku Tirkiye berpirsên YNKê bi piştevaniya PKKê tohmetbar dike. Tirkiye ji zêdetirî salekê ye qada xwe ya asmanî li ser Firokxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê girtiye.