Kurdistan24 sposoriya medyayî ji bo Dîdara Rafîdeyn 2024ê dike

Kurdistan24 sposoriya medyayî ji bo Dîdara Rafîdeyn 2024ê dike
Kurdistan24 sposoriya medyayî ji bo Dîdara Rafîdeyn 2024ê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Li destpêka meha bê li bajarê Bexdayê Dîdara Rafîdeyn 2024ê tê kirin û Kurdistan24 sposoriya medyayî ji bo kor û rûniştinên wê dike.

Dîdara îsal, ku dîdara pêncê ya salane ya Rafîdeynê ye, li jêr drûşmê “Paşeroja Mirovan .. Qeyran û Guhertin” dê ji bo dema sê rojan, ji 3 heta 5ê Adarê, li hotela Reşîdê (Royal Tulîb), bi sposeriya medyayî ya Kurdistan24ê bê kirin.

Serkirdeyên siyasî, berpirs, kesatiyên hikûmî û nefermî yên Herêma Kurdistanê, Îraqê, deverê û cîhanê û herwesa navendên lêkolînan ji navxwe û derveyê welatî tevlî Dîdara Rafîdeyn 2024ê dibin.

Dîdara Rafîdeynê her sal ji aliyê Navenda Rafîdeynê ya Danûstandinan ve tê kirin û tevlîbûyî danûstandinan li ser arêşe û pirsên siyasî, aborî, ewlehî, teknolojî û guhertinên jîngehî û çend pirsên niha li Îraq, Rojhilata Navîn û cîhanê dikin.