Serwer Hawarî: 3500 kompaniyên biyanî li Herêma Kurdistanê kar dikin

Serwer Hawarî
Serwer Hawarî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “35 hezar kompanî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî 3 hezar û 500 kompanî biyanî ne û ji wan jî 175 Brîtanî ne”.

Wekîlê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serwer Hawarî îro (Pêncşem, 15.02.2024) di konfiransekê rojnamevanî de amaje da, “142 kompaniyên Brîtanî li bajarê Hewlêrê, 30 li Silêmaniyê û 3 jî li Dihokê kar dikin”.

Wekîlê Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere kir, “Kompaniyên biyanî li Hewlêrê bi rêjeya 81.7% ne, ku cihê dilxweşiyê ye. Herwesa em hêvîdar in zêdetir kompanî û weberhênerên Brîtanî berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, ji bo ku sermayeyên xwe tê de bi kar bînin”.

Serwer Hawarî got, “35 hezar kompanî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin, ji wê hejmarê jî 3 hezar û 500 kompanî biyanî ne û ji wan jî 175 Brîtanî ne”.

Şandiya Bazirganî ya Serokwezîrê Brîtanyayê Emma Nicholson jî îro (Pêncşem, 15.02.2024) di konfiransekê rojnamevanî de li Hewlêrê ragehand, “Di demekê de ku bidestxistina sermayeyê û serkeftin karekê pirî asteng û giran e, Odeya Bazirganî ya Hewlêrê kariye bi rengekê serkeftî karên xwe bi cih bîne û ji bo welatên dî jî bibe mînakeka baş”.

Şandiya Bazirganî ya Serokwezîrê Brîtanyayê herwesa got, “Biznizmanên Herêma Kurdistanê ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkî ji bo çend welat û neteweyan jî bûne mînaka serkeftinê”.

Emma Nicholson amaje jî da, “Cihê şanaziyê ye ku ez bibêjim Odeya Bazirganî ya Hewlêrê yek ji endamên damezrîner ên Civata Bazirganî ya Îraq û Brîtanyayê ye, û her ji destpêkê ve bûye endam”.

Navbiriyê herwesa got, “Pîşesaziya biznizê kilîla serkeftina her welat û herêmekê ye, serkeftina Hewlêr û Herêma Kurdistanê jî di vî warî de tê dîtin”.

Her dîsa jî got, “Mil bi milê serkeftina wê, Civata Bazirganî ya Îraq û Brîtanyayê jî serkeftî bûye. Ron û eşkere ye ku ew tîmeka serkeftî ye û hemî bazirganiyên wê serkeftî bûne”.

Li dawiyê jî tekez kir, “Bazirganî dilê serkeftina her civak û welatekî ye. Ew kesên serkeftî ne, ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkî ji bo çend welat û neteweyan jî bûne mînaka serkeftinê. Serkeftina wan li Hewlêr û tevaya Kurdistanê diyar e”.