Amerîka hişyariyê dide Iraqê: Rê li ber êrîşên li ser hêzên Amerîkî bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Amerîkayê ji egera her êrîşeke nû li ser hêzên wî welatî, hişyarî da Serokwezîrê Iraqê.

Koşka Spî îro 17ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, Cîgirê Serokê Amerîka Kamala Harris di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munichê de hişyarî da Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û jê re got, Amerîka ji bilî ewlehiya karmendên wê ti pêşîneke wê ya din tune ye. Amerîka jî di dema pêwîst de dê berevaniyê li xwe bike.

Di daxuyaniya Koşka Spî de hat gotin, Cîgirê Serokê Amerîka daxwaz ji hikûmeta Iraqê kiriye ku rê li ber êrîşên li ser karmendên Amerîkî bigire.

Diyar kir jî, Harris û Sûdanî li ser girîngiya parastina hêzên leşkerî yên Amerîka û Iraqî kirine û her du aliyan niyaza xwe ya berdewamkirina hevkariyên di warê aborî û enerjiyê de, tekez kirine.

Ji aliyê xwe ve, Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski li Twitterê ragihand: “Min daxwaz ji Cîgirê Serokomarê Iraqê kiriye ku rê li ber êrişên li ser karmendên Amerîkî bigire û spasiya xwe jî ji bo hewlên Serokwezîrê Iraqê di vî warî de nîşan daye.

Romanowski tekez kir jî, ewlehiya karmendên Amerîkî pêşengiyeke sereke ye. Herwiha di egera her êrîşekê de, Amerîka dê hemû tedbîrên pêwîst bigire ji bo parastina xwe.”