Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Brîtanya re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 17ê Sibatê li Almanyayê di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchenê de, bi Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, di hevdîtinê de her du aliyan pêşhatên dawî û kêşeyên ewlekarî yên li Îraq û Rojhilata Navîn, danûstandinên Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina kêşeyên wan, hilbijartin û rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Her du aliyan li ser geşedanên ewlekarî, armanckirina hêzên hevpeymanan li Iraqê û karvedanên wan, şerê li Xezzeyê û rewşa aloz a Rojhilata Navîn nêrînên xwe anîn ziman. Herdu aliyan tekezî li ser vê yekê kirin ku zêdekirina aloziyan metirsiyek cidî li ser aramiya navçeyê çêdike.

Her di vê hevdîtinê de, behsa hevkariyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa ewlehî û siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê, metirsiya DAIŞê li ser Iraq û Sûriyeyê û pirsa koçberên neyasayî hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Brîtanya tekezî li ser pêbendbûna welatê xwe li ser berdewamiya hevkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşxistina peywendiyan kir. Ji aliyê xwe ve jî Serokê Herêma Kurdistanê helwesta Brîtanya li hember Iraq û Herêma Kurdistanê, bilind nirxand.