Keçeke Kurd madalyaya tûnc di qehremaniyeke cîhanê bidest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Werzişvaneke Kurd di hunerên şerî “Tekwando” de, madalyaya tûnc a di Şeşemîn a Kûpaya Serokatiya Federasyona Cîhanî de bidest xist.

Evîn Padaşî ya ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê di kêşeya 62 kg de, mîdala tûnc û 7 pûan di Şeşemîn a Kûpaya Serokatiya Federasyona Cîhanî de bidest xist.

6emîn Olîmpiyada Navdewletî ya Kûpaya Serokatiya Federasyona Cîhanî ya Tekwandoyê li Tehranê, bi beşdariya 392 werzişvanên jin ên tekwandoyê ji welatên Îran, Hindistan, Efxanistan, Azerbaycan, Qirgizistan, Nepal, Urdin, Pakistan, Ermenistan, Mongolya, Uman û Iraqê birêve çû.