Seidî Pîre: YNK û PDK dixwazin Parêzgarê Kerkûkê Kurd be

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje, YNK û PDK dixwazin parêzgarê Kerkûkê Kurd be.

Berdevkê YNKê Seidî Pîra îro 17ê Sibatê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, her du polîtburoyên PDK û YNK hevnêrînin in ku Parêzgarê Kerkûkê Kurd be.

Derbarê civîna bilind a hevbeş di navbera her du polîtburoyên YNK û PDKê de; Pîra got: “Heta niha ji bo hevdîtinê, ti demek nehatiye diyarkirin.”

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja 4ê Sibata 2024an li bajarê Silêmaniyê civiyabûn.

Piştî civînê YNK û PDK’ê daxuyaniyeke hevpar dan. Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser destnîşankirina parêzgarekî Kurd ji bo xizmetkirina xelkê parêzgeha Kerkûkê lihev kiribûn

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê, PDK û YNKê li hev kirin “hewl bidin di asteke bilind de pirsgirêkan çareser bikin û bi taybetî jî pirsgirêkan, xizmetguzarî, bûdce û mûçe.

Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê (ji bilî Herêma Kurdistanê) roja  18.12.2023an birêve çû. Heta niha jî, tenê encumenên parêzgehên Kerkûk û Diyalayê nekarîne parêzgar û serokê encûmena parêzgehê hilbijêrin.