Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ên Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, pîrozbahî li Sekreter, Buroya Sekreteriyetê û hemû endamên her du yekîtiyan kir.

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî peyamek di bîranîna 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê de belav kir û tê de hat: “Pîrozbahiyek germ arasteyî Sekreter, Buroya Sekreteriyetê û hemû endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin, pêşkeftina zêdetir û pêşengbûnê ji wan re dixwazim.”

Di peyamê de hat: “Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê roleke wan a girîng û dîrokeke wan a geş di bidestxistin û parastina mafên xwendekar û ciwanan, pêşxistina hizra niştimanperwerî, bilindkirina şiyan û asta zanistî ya xwendekar û ciwanên Kurdistanê û parastina destkeftên neteweyî de hene.”

Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im ku her du yekîtî di kar û amadekariyên bestina kongreyê de serkeftî bin û di jêr serkirdayetiyek nû û bihêz de, guhertinên rîşeyî û nûjen di riya tekoşîna rêxistinî ya Yekîtiya Xwendekaran û Lawên Demokrat ên Kurdistanê de bikin û ber bi qonaxeke pêşdetir ve bibin, bi awayekî ku di asta pêşkeftin û guhertinên niha yên Kurdistanê û cîhanê de bin û bi giyaneke dahênerane berdewam bin di pêşdebirina şiyanên xwendekar û ciwanên Kurdistanê de, bi sûdwergirtin ji pêşketinên serdemê, ji bo bikarin bi baştirîn şêwe xizmeta welatê xwe bikin.”

Cîgirê Serokê PDKê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de nivîsî: “Salvegera 18ê Sibatê pîroz be û her serkeftî bin.”