Tirkiye zêdetir ji 300 penaberên din ên Sûrî dersînor kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatên Tirkiyeyê di 48 demjimêrên borî de, bêhtir ji 300 penaberên Sûriyê dersînorî bakurê Sûriyeyê kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, desthilata Tirkiyeyê zêdetir 300 penaberên Sûrî li navçeyên cuda girtin û di deriyê Bab El-Hewa a li parêzgeha Idlibê û deriyê Bab El-Selamê yê li Ezazê re dersînor kirin.

Li gorî zanyariyan, proseya dersînorkirinê bi hinceta ku kesên hatine girtin, belgeyên wan ên Parastina Demkî (Kîmlik) tune ne.

Ji sala borî ve hikûmeta Tirkiyeyê rojane hejmarek penaberên Sûrî vedigerîne herêmên Idlib, Ezaz, Serê Kaniyê û Girê Sipî.

Li gorî rayedarên Tirkiyê, kesên ku ku bi belgeyên wan ên yasayî, çi kartên parastina demkî û çi jî mafê rûniştina demkurt nîn in, tê dersînorkirin.

Lê çalakvanên Sûrî jî dibêjin, proseya vegerandina penaberan bi darê zorê tê kirin û bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe li hember vê rewşê rabin.