Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîra Estonyayê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîra Estonyayê peywendî û hevkariyên Estonyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê ewlehiyê de gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18.02.2024 di çarçoveya Konferansa Asayîşa Munchenê de, bi Serokwezîra Estonyayê Kaya Kalas re civiya.

Li gorî daxuyaniyeke Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de peywendî û hevkariyên Estonyayê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, bi taybetî di warê ewlekarî de û rola hêzên Estonyayê di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser daxwaza hevbeş a pêşxistina peywendiyan di hemû waran de kirin. Herwiha behsa serdana Serokê Estonyayê Alar Karîs û şanda pê re ya meha borî bo Iraq û Herêma Kurdistanê û hevdîtina wî ya li gel Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê spasiya rola hêzên Estonyayê li Herêma Kurdistanê kir. Herwiha bîr û nêrînên xwe li ser geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn, şerê li Xezze û Ukraynayê û encamên wê anîn ziman.