Serokê Med Derê: Li Diyarbekirê axaftina kurdî ya bi zarokan re ji sedî 9 e

Dr. Remzî Azîzoglu
Dr. Remzî Azîzoglu

Diyarbekir (K24) – Serokê Giştî yê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê Med Derê Dr. Remzî Azîzoglu bang li malbatan kir ku wekî xîretê, xwedî li zimanê xwe derkevin.

Serokê Giştî yê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê Med Derê Dr. Remzî Azîzoglu, 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî li gelê Kurd pîroz kir.

Azîzoglu ji K24ê re ragihand, “Dersa bijarte xapînok in. Li tevahiya cîhanê, zimanê dayikê wek zimanê hilbijarte nayê bikaranîn. Ji bo mejiyê gel tevlîhev bikin, loma bi vî awayî tevdigerin.”

Azîzoglu bang li malbatan kir jî ku wekî xîretê li zimanê xwe xwedî derkevin û diyar kir, li Bakurê Kurdistanê rêjeya axaftina bi Kurdî ya bi zarokan re daketiye ji sedî 9an.