Namzedên DEM Partiyê soza parastina destkeftiyên gelê Kurd didin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di çarçoveya Hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan de Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê Dem Partî, tevgerên xwe zêde kirin. Namzedên Dem Partiyên yên şaredariyên Diyarbekirê jî lez dan xebatên xwe û diyar dikin ku ew ê di serî de zimanê Kurdî, ji bo hemû nirx û destkeftiyên gelê Kurd xebatan bimeşînin.

Namzedên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî) yên li Diyarbekirê jî wekî hemû namzedên li bajar û navçeyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, xebatên xwe berdewam dikin. Namzedên Dem Partiyê yên Şaredariya Rezan a Diyarbekirê diyar dikin ku wan hemû agahiyên rûxandin û pirsgirêkên navçeyê tomar kirine da ku demildest rêyên çareseriyê peyda bikin.

Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Rezan a Diyarbekirê Sîraç Çelîk ji K24ê re got: “Agahî di destên me de jî hene. Dema em hatin ser kar, qeyûman çi xisar dane vî bajarê qedîm em ê hemûyan derxin holê û bi gelê xwe re parve bikin. Di tûrikê me de ji bo zimanê Kurdî jî xebat hene. Em li vê erdnîgariyê dijîn û divê em dest xebatên ji bo zimanê xwe bernedin da ku bibe zimanê fermî. Jixwe bi salan e em ji bo vê têdikoşin û em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Ji sala 2016an ve şaredariyên ku bi dengên Kurdan tên hilbijartin, bi destên qeyûman tên rêvebirin. Ji ber vê yekê jî Dem Partî xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên şaredariyan, li ser vê bingehê bi rê ve dibe. Namzedên Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê jî didin zanîn ku ew ê di serî de hewil bidin ku şopên qeyûman ji herêmê paqij bikin.

Namzeda Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Safiye Akdag got: “Ji aliyê aborî ve gelek rûxandin hene. Deyn li ser deynan dikin. Hemû avahiyên saziyên me yên ku xizmeta ziman, jin û zarokan dikirin, desteser kirine. Hin ji van saziyan firotine, hinekan jî bi peymanan ji şaredariyan qut kirine. Beriya her tiştî em ê ji bo bidestxistina destkeftiyên xwe têbikoşin û ji bo ku em van avahiyên xwe ji wan bistînin, em ê serî li rêyên hiqûqê bidin.”

Bi dehan şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, 2 serdem in ji aliyê qeyûman ve tên rêvebirin. Hewila Dem Partiyê jî ew e ku vê carê li dijî tayînkirina qeyûman bibe mertal û destkeftiyên gelê Kurd biparêze.