Balyozê Japonê: Hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî gavên girîng ji bo geşepêdan û pêşketinê avêtine

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozê Japonê li Iraqê ragihand, tevî hemû kêşeyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî pêngavên girîng ji bo geşepêdan û pêşketinên berdewam avêtine û Japon jî bi hemû awayî piştevaniya wê dike.

Balyozê Japonê li Iraqê Futoshi Matsumoto di merasîmeke taybet de li Hewlêrê bi boneya Roja Neteweyî ya wî welatî got: “Ez li hêviya paşerojeke geştir û baştir ji bo Japonya û Kurdistanê me.”

Matsumoto got: “Kurdistanê jî ji bo ku bigihe rewşa xwe ya niha ya aram û pêşketî, rêyeke dûr û dirêj derbas kiriye.”

Her wiha got: “Japon û min jî wek dostekî rasteqîn her dem piştevaniya Kurdistanê kiriye, da ku bibe xwedî civakeke geş, ewle û aram.”

Amaje bi wê jî kir: “Bêguman em ê piştevaniya hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikin, ji bo bidestxistina geşepêdan û pêşketineke berdewam tevî hemû kêşeyan.”

Matsumoto da zanîn jî, Japon û Kurdistanê bi salan e dostaniyeke wan a bêhempa heye û di salên pêş de jî dê ev dostanî bipêş bikeve.

Tekez kir jî: “Japonya amade ye di warê aborî û civakî de alîkariya Kurdistanê bike, da ku têkiliyên me xurt bibin. Îsal ji bo me sala ejdehayê ye. Em ê li ser pişta vê ejdehayê gelekî bilindtir bifirin.”