Encûmena Wezîran pirsa encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 21.2.2024an bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Fermangeha Medya û Aznyariyan belav kir, di civînê de li ser raspardeya Serokê Encûmena Wezîran, mijara encûmenên parêzgehên Herêma Kurdistanê ji piştî biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya di 24ê Îlona 2023an de, ya taybet bi rawestandina yasaya hejmar (2) ya sala 2019an, ya taybet bi sererastkirina yasaya parêzgehê ya hejmar (3) a sala 2009an, ji aliyê wezîrê navxwe ve tê pêşkêşkirin û gotûbêj li ser tê kirin.