Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya parastin û pêşxistina zimanê kurdî dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser pêwîstiya parastin û pêşxistina zimanê kurdî û bihêzkirin pirrengiya ziman û kulturan li Kurdistanê kir.

Serok Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21ê Sibatê bi boneya Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik peyamek li tora civakî ya “X” belav kir û tê de ragihand, “Em tekezî li ser parastin û pêşxistina zimanê kurdî û zimanê dayik ji bo hemû pêkhateyan, xurtkirina pirrengiya ziman û kulturan li Kurdistanê, mafê perwerdeyê û azadiya zimanê zikmakî li her derê cîhanê dikin.”

Nêçîrvan Barzanî got: “Bi vê boneyê em hemû kesên ku zimanê kurdî û dayîk kirine ji hemû pêkhateyên Kurdistanê bibîr tînin. Destxweşiyê li wan kesên ku di xizmet pîroz de berdewam in dikin, ji bo parastina giringtirîn regez û bingeha nasnameya netewî û kulturî, ku zimanê dayik e.”

Roja 21ê Sibatê her sal wek Roja Cîhanî ya Zimanê Dayik tê pîrozkirin. Di vê rojê de li seranserê cîhanê gelek çalakiyên ziman tên lidarxistin.