Dadgeha Federal: Divê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di dema xwe de bên dabeşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê îro Çarşemê li ser mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê civiya.

Beşek ji biryarên îro yên Dadgeha Bilind a Federal:

- Li gor xalên 116 û 117 yên Destûra Iraqê, Divê yeksanî di parvekirina dahata serwet û samana giştî de hebe û zilm li kesî neyê kirin.

- Pêwîste her yek ji Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kar bikin, da ku mûçeyê fermanber û mûçexwarên Herêma Kurdistanê di dema xwe de werin dabeşkirin.

- Pêwîste her yek ji hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê, pabendî yasaya bûdceya giştî ya federalî bin, ji bo dayîna maf û mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî divê berpirsyariya dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera her du hikûmetên (Iraq û Herêma Kurdistanê) de bigire ser xwe, ta ku piştrastbûna ji dabînkirina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

- Pêwîste hikûmeta Iraqê li ser dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê pabend be û nabe ji niha û pê ve qerz ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê werin dayîn, ta ku mûçeyên karmendan bên dabeşkirin.