Zarokên Bakurê Kurdistanê zimanê dayîkê bi dersên bijarte nas dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi rastlêhatina 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî re, li Bakurê Kurdistanê astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî car din ketin rojevê. Ji ber ku li herêmê mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê tuneye, zarok hewil didin vê valahiyê bi dersên bijarte dagirin. Rêveberên qada zimanê Kurdî jî bang li rayedaran dikin ku zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdehiyê.

Berat Pekîyî, yek ji zarokên Kurd ê li Diyarbekirê ye û wekî hemû hevalên xwe yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ji perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar e û bi zimanê Tirkî perwerdehiyê dibîne. Beratê biçûk ji bo naskirina zimanê xwe dersa Kurdî hilbijartiye û ji fêrbûna Kurdî ya li dibistanê gelek kêfxweş e.

Berat Pekîyî dibêje: “Em Kurd in, em li malê bi Kurdî diaxivin, em diçin dibistanê bi Tirkî diaxivin. Em dixwazin li dibistanê jî bi Kurdî biaxivin. Dema em diçin dibistanê û dema mamoste bi Kurdî diaxive, gelek kêyfa me tê. Em dixwazin her dem li dibistanê bi Kurdî biaxivin.”

Li gorî amarên fermî, di serdema perwerdehiyê ya navbera salên 2022 û 2023yan de bi giştî 24 hezar û 368 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartiye. Her çiqas hewila xwedîderketina li van dersên bijarte hebe jî rêveberên qada zimanê Kurdî di her derfetê de banga mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî li rayedaran dikin. Rêveberên Platforma Zimanê Kurdî, bandora hilbijartina dersên Kurdî ya li ser pêşeroja zimanê Kurdî wiha şîrove dikin:

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî dibêje: “Dema ku mirov meşeke dirêj li dar bixe, mirov pêşî bi gavekê dest pê dike. Ev jî ji bo me gava pêşî ye. Niha dema ku zarokên me diçin dibistanê û zimanê xwe li wê derê dibînin û pê re rû bi rû dibin, tu bikî nekî dê baweriya wan zêde bibe. Niha ji ber ku dibistanên dewletê li ser pişaftinê û tunebûna Kurdî ava bûne; dema Kurdî li wê derê bê nîqaşkirin, elfabe li wê derê bê naskirin û çîrokên Kurdî li wê derê bibînin; bi ya min ev yek ji bo zarokan dê bibe nasnameyek û dê ji bo pêşerojê jî gelek alîkar be.”

Piştî derbeya 12ê Îlonê, li Tirkiyeyê zagonek hatibû derxistin û ji bilî zimanê Tirkî, axaftina bi hemû zimanan hatibû qedexekirin. Lê ji ber ku gelê Kurd tu carî dev ji zimanê xwe berneda, ev qedexe 11 sal bi şûn ve hatibû rakirin.