Diyarbekir... HudaParê ji bo zimanê kurdî meşek li dar xist

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Partiya Doza Azad HudaParê ji Diyarbekirê bang li dewletê kir ku zimanê duyem ê herî gelek tê axaftin li Tirkiyeyê zimanê kurdî ye û divê kurdî bibe zimanê fermî û rê li perwerdehiya zimanê zikmakî were vekirin.

Partiya Doza Azad HudaParê li Diyarbekirê bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî meşek girseyî li dar xist.

Meşa HudaParê ya bo zimanê kurdî li ber Mizgefta Nebî ya Sûrê dest pê kir û heta ber Mizgefta Mezin dom kir û beşdaran jî cil û bergên kurdî li xwe kirin.

Li ber Mizgefta Mezin civînek çapemeniyê hat lidarxistin û di daxuyaniyê de Namzetê HudaParê yê şaredariya Dêrsimê Muhammed Ata Yuksel bang li dewletê kir ku zimanê kurdî li Tirkiyeyê zimanê duyem ê herî gelek tê axaftin e û ji ber vê yekê jî divê zimanê kurdî li Tirkiyeyê wek zimanê fermî yê duyem were nasîn û her wiha rê li ber perwerdehiya zimanê zikmakî jî were vekirin.

Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku mafê ziman mafeke rewa ye, mafeke mirovî ye, mafeke hiqûqî ye û mafeke xwedayî ye ku nabe rê li ber mafê ziman were girtin.