Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rê û pira Tûwequtê li parêzgeha Helebce datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Helebceyê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tûwequt – Qilîce û pira Tûwequt datîne.

Nivîsgeha Ragihandin ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro roja pêncşemê 22.02.2024 serdana parêzgeha Helebceyê dike.

Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li demjimêr 13:00ê piştî nîvro dê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tûwequt – Qilîce û pira Tuwequt deyne.

Pira Tuwequtê, projeyek girîng û stratejîk e, ji sala 2008ê ve hatiye dîzaynkirin û parêzgeha Helebce û devera Germiyanê bi hev ce girê dide.

Dirêjiya pira Tûwequtê bi qasî 350 metre dibe û bi xerciya zêdetirî 31 milyar dînar dê were cîbicîkirin.