Mesrûr Barzanî: Ez şanaz im ku careke din serdana bajarê Helebceyê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kir û destegul li ber sembola şehîdan danî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Sibata 2024an ligel şandeke hikûmî serdana parêzgeha Helebce kir.

Serokwezîr Mesrûr li Helebceyê di yekem westgeha xwe de, serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kir û destegul li ber sembola şehîdan danî.

Piştre Serokwezîr di yadeşta bîrdariyê de gotinek nivîsand û got: “Ez bi serbilindî careke din serdana bajarê şehîd Helebceyê dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê şehîdan bi bihuşta berîn şad bike û birîndaran baş bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Xizmeta Helebceyê, bi erkê xwe dizanim û pêwîst e em hemû hewl bidin ku tawan li dijî gelê Kurdistanê dubare nebin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Helebceyê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tuwequt – Qilîce û pira Tuwequt datîne.