Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rê û pira Tûwequtê li parêzgeha Helebce datîne

Kevirê bingehîn ê çend projeyên giring li Helebceyê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Helebceyê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tûwequt – Qilîce û pira Tûwequt datîne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Sibata 2024an ligel şandeke hikûmî serdana parêzgeha Helebce kir û dê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tûwequt – Qilîce û pira Tuwequt deyne.

Pira Tûwequtê, projeyek girîng û stratejîk e, ji sala 2008ê ve hatiye dîzaynkirin û parêzgeha Helebce û devera Germiyanê bi hev ce girê dide. Dirêjiya pira Tuwequtê bi qasî 350 metre dibe û bi xerciya zêdetirî 31 milyar dînar dê were cîbicîkirin.

Serokwezîr Mesrûr li Helebceyê di yekem westgeha xwe de, serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kir û destegul li ber sembola şehîdan danî.

Di çarçoveya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, heta niha 132 proje ji bo Helebceyê hatine danîn û piraniya wan jî hatine encamdan.

Geştyariya Helebceyê

Helebce ji ber cihê xwe yê erdnîgarî, yek ji bedewtirîn deverên geştiyariyê yên Kurdistanê ye. Navçeyên geştyarî yên herî diyar ev in: Çawg, Bawekoçek, Gulan, Avêsar û Zelm. Li gor amaran salane nêzîkî 300 hezar geştyarên xwemalî û biyanî serdana wê dikin.

Çandiniya Helebceyê

Di warê çandiniyê de, li parêzgeha Helebce 110 hezar donim erdê çandiniyê heye. Salane 60 hezar donim erd bi genim tê çandin, yên din jî baxçeyên curbicur û darên hinar, zeytûn, gûzan û darên din in.

Festîvala herî diyar a Helebceyê, Festîvala Hinar û Payîzê ye ku heta niha 9 geran hatiye lidarxistin. Îsal zêdetirî 270 hezar geştiyar serdana festîvalê kirin. Zêdetirî 900 pispor, cotkar û baxçevan jî beşdar bûn.

Projeyên Veberhênanê

Di çar salên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li parêzgeha Helebceyê biryara cîbicîkirina 132 pirojeyên curbicur hatine dayîn; 75 proje hatine temamkirin, 29 proje di warê cibicîkirinê de ne û 28 proje jî rawestiyane.