Mesrûr Barzanî yekem plakeya otomobîlan a Helebceyê çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Rêveberiya Giştî ya Hatinûçûnê ya parêzgeha Helebceyê kir û yekem plakeya Helebceyê derxist.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Sibata 2024an serdana Rêveberiya Giştî ya Hatinûçûnê ya parêzgeha Helebceyê kir û yekem plakeya otomobîlan ya Helebceyê derxist.

Serokwezîr Mesrûr li Helebceyê di yekem westgeha xwe de, serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kir û destegul li ber sembola şehîdan danî.

Piştre Serokwezîr di yadeşta bîrdariyê de gotinek nivîsand û got: “Ez bi serbilindî careke din serdana bajarê şehîd Helebceyê dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê şehîdan bi bihuşta berîn şad bike û birîndaran baş bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha got: “Xizmeta Helebceyê, bi erkê xwe dizanim û pêwîst e em hemû hewl bidin ku tawan li dijî gelê Kurdistanê dubare nebin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li parêzgeha Helebceyê kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tuwequt – Qilîce û pira Tuwequt datîne.