Serokwezîr Mesrûr Barzanî çend biryaran di berjewendiya xelkê Helebce de dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî fermana bilezkirina proseya bi qezakirina Xurmal û vekirina Koleja Bijîşkî li Helebceyê da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 22ê Sibatê bi saziyên îdarî yên parêzgeha Helebce re civiya û got: “Ez hatime guhdariya we bikim. Em çi bikin û çawa xizmeta Helebceyê bikin?”

Li gor daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di berjewendiya xelkê Helebceyê de çend biryar dane, ku ji wan jî:

- Divê di zûtirîn dem de rêkarên yasayî yên bi qezakirina Xurmalê bên cîbicîkirin

- Karkirina 500 karkerên bi peyman di saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de.

- Dest bi asfaltkirina kolanên parêzgeha Helebce bikin.

- Komîteyek ji bo şopandinê bê avakirin û piştre rêjeya dahata deriyên sînorî yên herêmê bo xizmetkirina Helebce û pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji rûniştvanên parêzgehê re diyar bike.

- Taybetmendî ji parêzgeha Helebce re bê dayîn ku projeya master plana bajarî ku ji aliyê Wezareta Şaredariyan ve hatiye plankirin, cîbicî bike.

- Wezareta Xwendina Bilind, Lêkolîn û Zanistê biryar da ku li zanîngeha Helebce Kolêja Bijîşkî bê vekirin û piştre li ser rêkar û pêwîstiyan kar bê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro jî serdana Rêveberiya Giştî ya Hatinûçûnê ya parêzgeha Helebceyê kiribû û yekem plakeya otomobîlan ya Helebceyê derxistibû.

Serokwezîr Mesrûr li Helebceyê di yekem westgeha xwe de, serdana Bîrdariya Şehîdên Helebce kiribû û destegul li ber sembola şehîdan danîbû.