Mesrûr Barzanî: Ji bo danîna kevirê bingehîn ê projeyek gelek girîng ez li Helebceyê me

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma danîna kevirê bingehîn ê projeya pira rê û pira Tûwaqutê li parêzgeha Helebce gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Her çend e gelek dem di ser re çûye ku bikarim careke din serdana Helebce bikin, lê her ji destpêka destbikarbûna vê kabîneyê, me hewl da em werin vir. Mixabin ji ber çend sedeman serdana me nehat rêkxistin, lê niha dilxweş im ku me karî em werin û di xizmeta xelkê vî bajarî de bin.”

Diyar kir jî: “Ez gelek dilxweş im ku kevirê bingehîn ê vê projeya giring li parêzgeha Helebceyê, li bajarê şehîdan danim. Her çendî mixabin cîbicîkirina vê projeyê dereng ket, lê bidawîanîna vê rê û pirê dê bi kêrî xelkê vê herêmê were. Ew ê parêzgeha Helebce û herêmên Îdareya Serbixwe ya Germiyê bi hev ve girê bide û dê bandorek baş li ser pêşxistina danûstandinên bazirganî û vejandina sektora geştiyariyê bike.”

Herwiha got: “Herêmên Helebce, Şarezor û Hewraman li Kurdistanê xwedî cihekî girîng û taybet in, ji ber ku ew navendeke diyar a rewşenbîrî û xwendewarî bû nivîsandinê li Kurdistanê û cihê gelek zana, helbestvan, nivîskar, hunermend, kesayetiyên olî, civakî û welatparêzên Kurdistanê bû.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku rêjeya tundiya li hember jinan li Helebceyê ji tevahiya Kurdistanê kêmtir e. Ev jî nîşana wê yekê ye ku ev herêm çendî xwedî kultureke dewlemend e û sihê serbilindiya me hemûyan e.”

Destnîşan kir jî, “Helebce di warê çandiniyê de, herêmeke bi bereket û dewlemend a Kurdistanê ye. Weke mînak, hinarên Helebçeyê gelekî navdar e û dibe ku berê tenê li vê herêmê dihate naskirin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya bernameya xwe de, giringiyê dide sektora çandiniyê û giringiyê dide berhemên navxweyî û peydakirina bazarên derve bo berhemên Kurdistanê.”

Da zanîn jî: “Xweşbextane sala borî me karîbû hinarên Kurdistanê bi taybetî hinarê Helebceyê hinarde bikin ku niha li bazarên Kendavê û dervey welat wek marka berhemên çandiniya Kurdistanê tê naskirin û navûdengek baş bidest xistiye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Gelê vê herêmê gelek qurbanî dane û gelek êş û azar kişandine. Helebce bûye sembola qurbanîdana gelê Kurd, lê mixabin wek pêwîst xizmeta Helebce nehatiye kirin. Di vî warî de divê berpirsên vê herêmê û em hemû xwe deyndarê xelkê Helebce û malbatên hemû şehîd û enfalkiriyên Kurdistanê bizanin ku diviyabû bi awayekî hêjatir xizmeta xelkê vê herêmê bihatana kirin.”

Herwiha got jî: “Tevî ku piraniya encamderên kîmyabarana Helebceyê hatin sizakirin ku bi vê tawanê dîrokeke hemû şermezarî li şûn xwe hîştin, lê tiştê ku pir nîgeraniyê ew e ku hikûmeta federal a Iraqê çend sal in li gorî destûrê amade nebû qurbaniyên rêjîma Beis a berê qerebû bike. Helebce mînaka herî diyar e ji tawanên hovane yên rejîma Beis e, pêwîst bû qurbaniyên kîmyabaranê û Enfalê bi awayekî hêja bihatana qerebûkirin.

Diyar kir jî: “Hewldanên jibîrkirina jenosîda gelê Helebceyê û paşguhkirina vî sûcî berdewam e. Divê em rê nedin ku em vê tawanê ji bîr bikin û Bexda jî ji bîr neke. Li aliyekê tawanê li hember me dikin û li aliyê din qirika me digirin û henaseya me dibirin, ji aliyekî din ve jî tên û xwe wek rizgarker nîşan didin, mirovan dixapînin û wiha dikin ku em spasdarê wan bin jî.”

Amaje bi wê jî kir: “Rexnegirên me, Li şûna ku di asta tawanê de, tawanbaran şermezar bikin, li Kurdistanê tiştên gelek bêqîmettir dikin, bi ya min divê em niha rûbirûyî hikûmeta federal bibin û daxwazên rewa yên gelê me bi taybetî bajarê hêja Helebçeyê bibîr bînin ku divê berpirsyar bin û guh bidin dengê gelê Helebceyê.”

Serokwezîr Tekez kir jî: “Helebce birînek e li bedena Kurdistanê û erkê me hemûyan e ku em vê birînê derman û xizmeta Helebçeyê bikin. Me gelek hewl ji bo vekirina girêkê dan bo hikûmeteke niştimanî li seranserî Kurdistanê ava bikin û bi baweriya min bi vî awayî em ê bikarin baştirîn xizmetê ji xelkê hezkirî yên Helebce re bikin.”

Herwiha got: “Tiştê sosret e ku proseya parêzgehbûna Helebce jî ji aliyê Encûmena Nûneran ve bi hincetên curbicur temam nebûye û heta niha jî deng li ser nehatiye dayîn. Di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi salan e biryar li ser parêzgehbûna Helebce daye.“

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em bang li aliyên siyasî yên Iraqê, hikûmeta federal û endamên Encûmena Nûneran dikin ku vê pirsê paşguh nekin û wek lîstikeke siyasî bikar neynin. Pêwîst e rêbazên îdarî yên parêzgariya Helebceyê di zûtirîn dem de bi dawî bibin û ji aliyê Encûmena Nûneran ve dengdan li ser bê kirin û piştre jî budceyek taybet ji bo geşepêdana zêdetir ya Helebceyê û avakirina jêrxana vî bajarê ezîz bê terxankirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Di van salên dawî de gelek caran me bi berpirsên hikûmeta federal re behsa vê pirsê kiriye, hertim dibêjin em ne dewsa rejîma berê ne û em ne berpirs in ji tawanên ku di rejîmên berê de li dijî gelê Kurd hatine kirin. Li vir pirs ev e ku gelo hukûmet pê xweş be an na, ew li şûna desthilatê ye her sûcê ku berê ji hêla rayedarên vî welatî ve hatibin kirin, niha hikûmet berpirsyar e ku çawa serederiyê bi vê yekê berpirsyar re bike. Lê em dibînin ku di heman demê de, gelek ji yasayên ku ji aliyê rejîma berê ve hatine derxistin û di xizmeta rêveberiya navendî de ne, hîn jî pêbendî wan in û ev yasa nehatine guhertin û hikûmet jî heta niha li ser van yasayan dixebite. Çawa ji aliyekê ve pabendî yasayan dibin, lê ji aliyê din ve ne berpirsê tawanên li dijî gelê bindest ên Kurdistanê hatine kirin bin? Yan divê xwe bi temamî ji hemû qanûnên rejîma berê bêpar bihêlin, yan jî berpirsyariya xwe hilgirin û li xwe mikur bên ku xedrek emezin li gelê Kurd hatiye kirin û divê bê qerebûkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Di dawiyê de silav rêz û pêzanîna min a mezin ji bo berxwedana gelê Helebceyê heye. Piştrast bin ku em her dem bi we re ne û piştgiriya daxwazên we yên rewa dikin û emê bi hemû hêza xwe zêdetir xizmeta we bikin.”