Mesrûr Barzanî ji K24ê re: Hilbijartinên Parlamentoyê ji ber sedemên siyasî 2 salan hatin paşxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, “Diviyabû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de bihatana kirin, lê ji ber sedemên siyasî, du salan hatin paşxistin.” Herwiha got jî: “Her biryarek ku li dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê be, dê helwesta me hebe.”

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê de derbarê biryarên Dadgeha Federalî ya Iraqê de got: “Divê em bi hûrî û babetyane xwendinê jê re bikin û ta bizanin bi çi şêweyekê ye. Her dema ku em bi nivîskî biryar gihîştin me, em ê wê demê helwesta xwe diyar bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Helbet her biryarek ku li dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê be, wê demê emê helwesta xwe bi zelalî diyar bikin, derbarê birêvebirin û serperiştîkirina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de.”

Herwiha got: “Em li gel wê yekê bûn ku hilbijartin di dema xwe de bihatana kirin, lê ev du sal in ji ber sedemên siyasî hatine paşxistin. Lê em ligel wê nêrînê ne ku di zûtirîn dem de hilbijartin bên kirin, bi awayekî ku mafên hemû pêkhate û welatiyên Herêma Kurdistanê tê de parastî bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana Bîrdariya Şehîdên Helebceyê kir û destegul li ber sembola şehîdan danî. Piştre jî kevirê bingehîn ê rêya Helebce – Tûwequt – Qilîce û pira Tûwequt danî.