Mesrûr Barzanî serdana Kargeha Rasanê ya Zeyta Zeutûnan dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Kargeha Rasanê ya Zeyta Zeutûnan li parêzgeha Helebceyê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 22.02.2024) serdana Kargeha Rasanê ya Zeyta Zeutûnan li parêzgeha Helebceyê kir.

Kargeha Rasanê ya Zeyta Zeutûnan li sala 2018ê hatiye damezrandin û niha kar ji bo berfirehkirina wê tê kirin. Ev kargeh bûye rizgarkera berhemê zeytûnên hejmareka cotyarên Herêma Kurdistanê.

Zêdetirî 250 welatiyên parêzgeha Helebceyê bi rengekê rasterast û nerasterast feydeyî ji Kargeha Rasanê ya Zeyta Zeytûnan werdigirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 22.02.2024) ligel şandeke hikûmî serdana parêzgeha Helebceyê kir.

Di serdana xwe ya ji bo Helebceyê de, Serokwezîr Mesrûr li destpêkê serdana Monomenta Şehîdên Helebceyê kir û destegul li ber sembola şehîdan danî.

Piştre Serokwezîrî di yadeşta monomentê de nivîsî: “Ez bi serbilindî careke din serdana Helebceya şehîd dikim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku canê şehîdan bi bihuşta berîn şa bike û birîndaran baş bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got: “Ez xizmeta Helebceyê erkê xwe dizanim û pêdivî ye em hemî bizavê bikin ku tawan li dijî gelê Kurdistanê dubare nebin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her îro li parêzgeha Helebceyê kevirê binyatî yê rêya Helebce - Tuwequt – Qilîce û pira Tuwequtê jî danî.