Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Seyîd Muhsin Taweguzî dibe

Mesrûr Barzanî li nav behiya Seyîd Muhsin Tawegozî
Mesrûr Barzanî li nav behiya Seyîd Muhsin Tawegozî

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo parêzgeha Helebceyê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bajarkê Zerayenê tevlî behiya Seyîd Muhsin Tawegozî dibe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 22.02.2024) li bajarkê Zerayenê tevlî behiya kesatiyê civakî yê navdar Seyîd Muhsin Seyîd Mihemed Tawegozî bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşî li binemal û kesûkarên Xudêjêrazî kir û hevxemiya xwe ji bo wan diyar kir û hêvî xwast Xudayê mezin wî bi behişta xwe şa bike.