Dilşad Namiq: Dadgeha Federalî piroseya siyasî vedigerîne xala sifirê

Dilşad Namiq
Dilşad Namiq

Navenda Nûçeyan (K24) - Şirovekarekê siyasî amajeyê dide, “Biryarên Dadgeha Federalî dibin sedema têkdana seqamgiriyê li Îraqê”. Herwesa dibêje, “Dadgeha Federalî piroseya siyasî li Îraqê leng kiriye”.

Şirovekarê Siyasî Dilşad Namiq îro (Pêncşem, 22.02.2024) ji K24ê re got, “Dadgeha Federalî bûye cîgira tevaya desthilatên Îraqê, hejmona wê li ser hemî dezgehên Îraqê heye”.

Wî şirovekarê siyasî amaje da, “Dadgeha Federalî ji dadgeheka qanûnî zêdetir dadgeheka siyasî ye, karên xwe derbaz dike, herwesa hejmareka wan biryarên ku derxistine berovajî biryarên wê yên berê ne”.

Dilşad Namiq behs kir, “Dadgeha Federalî dadgeheka niştîmanî nîne, belkî bûye zimanhalê hejmareka hêzên siyasî li Îraqê. Ew hêzên siyasî jî tenê li bin kontirola welatên dî ne”.

Navbirî eşkere jî kir, “Biryarên Dadgeha Federalî wesa kiriye ku piroseya siyasî li Îraqê vebigere xala sifirê, bi îmkaneka zêde jî biryarên wê dê bibin sedema têkdana seqamgiriya Îraqê”.

Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya YNKyê da, li dû wê biryarê jî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.