Mesrûr Barzanî bo xelkê Helebceyê: Em piştevanên daxwazên we yên rewa ne

Mesrûr Barzanî li Helebceyê
Mesrûr Barzanî li Helebceyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî serdana xwe ya ji bo parêzgeha Helebceyê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek arasteyî xelkê Helebceyê kir û tê de ragehand, “Piştrast bin dilê me herdem bi we re ye û em piştevanên daxwazên we yên rewa ne”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Pêncşem, 22.02.2024) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de nivîsiye, “Min gelek rêz û hurmet ji bo xweragiriya xelkê Helebceyê heye. Piştrast bin dilê me herdem bi we re ye û em piştevanên daxwazên we yên rewa ne”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa amaje jî daye, “Xizmetkirina xelkê Helebceyê erkekê niştîmanî ye û em dê zêdetir bikin”.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda pê re ji Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh (Pêncşem, 22.02.2024) serdana parêzgeha Helebceyê kir û berê binyatî ji bo çend pirojeyan dana, herwesa serdana çend birêveberiyên wê parêzgehê jî kir û guhdariya daxwaziyên welatiyan jî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di eynî demê de çend biryar ji bo xizmetkirina xelkê wê parêzgehê dan, wekî terxankirina pareka dahata deriyan ji bo pirojeyên deverê û damezrandina 500 ciwanan û çend biryarên dî.