Rêber Ehmed: Li ser dabeşkirina postan li parêzgeha Kerkûkê ti rêkeftin çênebûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed derbarê rewşa kerkûkê diyar dike, civîna aliyên siyasî yên Kerkûkê bi Serokwezîrê Iraqê re, ji bo nêzîkkirina nêrîn û helwestan bû û ti rêkeftin derbarê parêzgarê Kerkûkê de nebûye.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed ji K24ê re got: “Em weke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di civîna ligel Serokwezîrê Iraq de beşdar bûn. Nêrîna PDKê ew e ku hemû partî û pêkhate bi hev re dikarin Kerkûkê bikin nimûneyeke baş ya pêkvejiyana pêkhateyên etnîkî û aştî û aramiyê.”

Rêber Ehmed red kir ku rêkeftinek li ser postê Parêzgarê Kerkûkê ji bo Kurdan û destnîşankirina 2 cîgirên ji pêkhateyên Ereb û Tirkmen, hatibe kirin û got: “Me bi hemû aliyan re gotûbêj kiriye, lê li ser ti postekê lihevkirinek çênebûye.”

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja Çarşemê (21.02.2024) bi serkirde û nûnerên partiyên siyasî yên ku di hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê de bi ser ketine re, civiyabû.

Derbarê naveroka civînê, Nivîsgeha Sûdanî diyar kir, ew civîn li ser destpêşxeriya niştimanî ji bo avakirina hikûmetên xwecihî li parêzgeha Kerkûkê bû û ji bo lihevkirina li ser bernameyek xizmetguzariya aborî ku bi rojeva hikûmeta federal re hevgirtî be.

Di civînê de Serokwezîrê Iraqê amaje bi rewşa taybet a Kerkûkê kir û tekez li ser pêwîstiya karê hevbeş û aramiya parêzgehê kir û daxwaz ji hemû aliyan kir ku hewlên xwe ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzarî û aborî ya Kerkûkê bidin.

Di civînê de, aliyan li ser 5 xalan lihev kirin.

Yekem: Ji ber giringiya parêzgeha Kerkûkê, hemû alî li ser girîngiya berçavgirtina berjewendiyên xelkê Kerkûkê, parastina pêkvejiyanê û pêşxistina giyanê biratî û hevkariyê di bin siya destûrê de lihev kirin.

Duyem: Alî li ser bingeha hevparî, lihevkirin û redkirina, karê hevbeş li parêzgeha Kerkûkê bikin, lihev bikin.

Sêyem: Li ser avakirina hevpeymaniyekê ji bo rêveberiya Kerkûkê ji hemû hêzên serketî yên encûmena parêzgeha Kerkûkê li hev kirine.

Çarem: Amadekirina bernameyeke rêveberiya xwecihî li Kerkûkê ku ji aliyê Hevpeymaniya Rêveberiya Kerkûkê ve were pesendkirin.

Pêncem: Pêşkêşkirina karnameya partiyên siyasî di heyama heft rojan de, ku tê de nêrîna wan ji bo parêzgehê bi mekanîzmayên guncaw hebe ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî.

Piştî 18 salan, hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê di 18.12.2023an de birêve çû. Li gorî encamên dawî yên hilbijartinan, Kurd 7 kursî, partiyên Erebî 6 kursî, pêkhateya tirkmenan 2 kursî û mesîhiyan jî yek kursî bidestxistin.