Pergala muxtariyê 195 sal in li Tirkiye û Bakurê kurdistanê heye

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji bo hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31ê Adarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin de ji bilî şaredaran; namzedên muxtariyê jî di nav pêşbaziyê de ne. Li Diyarbekirê jî muxtar Mehmet Kiziltepe 25 sal in muxtariyê dike û car din bûye namzed. Çavdêrên siyasî jî amaje dikin ku muxtar nûner û berpirsên gund û taxan in ji ber vê jî rola wan di nav civakê de girîng e.

Li Diyarbekirê, hezar û 46 taxên ser bi 17 navçeyan ve hene û Mehmet Kiziltepe jî 25 sal in li Taxa Şêx Şamîlê ya ser bi navçeya Rezan ve muxtariyê dike û li ser daxwaza xelkê taxê, ji bo hilbijartinên 31ê Adarê car din bûye namzed. Muxtar Mehmet Kiziltepe, serdemên berê û yên niha dide ber hev û diyar dike ku divê muxtar neqandina siyasî nekin û bi dilsozî xizmeta welatiyan bikin.

Muxtarê Taxa Şêx Şamîl Mehmet Kiziltepe ji K24ê re got: “A niha muxtarî gelek girîng e. Ango şaredar tên hilbijartin, maşîna wan heye, parêzvanên wan hene û welatî nikarin xwe bigihînin wan. Muxtar, di navbera gel, parêzgarî, qeymeqamtî û şaredariyan de erka pirê dibînin. Min berê pirsgirêkên welatiyan hemû dinivîsî, min mînakên nasnameyên wan dixwest û min evraqên wan wekî pirtûkan li ser milên xwe didan ser hev û diçûm parêzgarî û qeymeqamtiyê. Niha ne wisa ye. Em her tiştî li ser pergala înternetê çareser dikin. Niha baştir û baqijtir e.”

Li gorî pergala hilbijartinê ya Tirkiyeyê, ji 5 salan carekê hilbijartinên herêmî tên kirin û di van hilbijartinan de ji şaredar û endamên meclisê heta endamên meclisên bajêr, ji muxtaran heta azayên ku alîkariya muxtaran dikin; hemû rêveberiyên herêmî tên nûkirin. Li gorî çavdêrên siyasî, her çiqas xebatên muxtaran wekî xebatên siyasî deng nedin jî erk û hebûna wan ji aliyê civakî ve pêwîst e.

Çavdêrê siyasî Abdulhey Okûmûş dibêje: “Mixabin ji ber ku siyaset ket nav muxtaran jî hezar mixabin çawa ku Serokomar bê alî namîne, şaredar bê alî namînin; niha muxtar jî bê alî namînin. Ev jî pirsgirêkeke civakî ye. Ji ber ku pêwîstiya civakê bi têkiliya muxtaran heye û dema muxtar jî di van têkiliyan de bê alî tevnegerin, ev jî pirsgirêkên civakî bi xwe re tîne.

195 sal in ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pergala muxtariyê heye. Niha ji 50 hezarî zêdetir muxtar li ser kar in û ji bo Hilbijartinên 31ê Adarê jî nêzîkî 140 hezar serlêdanên nû hene.