Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya li Iraq û Hewlêrê pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj dikin û tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîste Iraq xwe ji aloziyên li navçeyê dûr bixe.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê êvarê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hitchen kir.

Her du serokan gotûbêj li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pêşhatên dawî yên navçeyê û encamên şerê li Xezzeyê kirin.

Her du alî li ser giringiya parastina aramî û ewlehiya Iraq û Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûn û ji bo vê mebestê jî tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e Iraq xwe ji aloziyên navçeyê dûr bixe.

Pêşxistina peywendiyên Brîtanya ligel Iraq û Herêma Kurdistanê jî, mijareke din a gotûbêjên civînê bû.