Mesrûr Barzanî: Me daxwaza piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser tora civakî ya Xê peyamekê li ser civînên xwe yên bi berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê re belav dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 27.02.2024) li ser tora civakî ya Xê ragehandiye ku, di civînên xwe yên bi berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê re daxwaza piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo sîstem û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje daye wê yekê jî ku, bi hevparên xwe li Wezareta Derve ya Amerîkayê re behsa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê kiriye, herwesa daxwaza piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo sîstem û mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kiriye ku, bi berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê re behsa rêyên destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kiriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa Şingalê de jî eşkere kiriye ku, helwesta wan ron e ku piştî 10 salan ji jenosîdê pêdivî ye lihevkirina Şingalê bê bicihanîn, ji bo ku Êzidî vebigerin ser warê bab û kalên xwe.

Wekî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behs kiriye, ew dê li ser bergirîkirina ji mafên hemî pêkhatan berdewam bin û dê wekî penageh ji bo awareyan bimînin.