Mesrûr Barzanî Parêzgarê Hewlêrê raspard lêkolînê li ser şewata bazara “Lenge”yê bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî lidûçûnê ji bo bûyera pêketina agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê de dike û Parêzgarê Hewlêrê û aliyên peywendîdar raspardin ku lêkolînê di sedema agirê de bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo pêdaçûna bi bûyera pêketa agir bi bazara Lengê ya Hewlêrê de, parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û dezgehên pêwendîdar raspardin kir ku lidûçûnê û lêkolînên hûr li ser sedemên bûyera wî agirî bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li tîmên agirkuj, polîs, asayîş, trafîk, tenduristî û şaredariyê kir ku zû gihîştine cihê bûyerê û hewla kontrolkirina agir dane û bi hawara ziyandîtiyan çûne.

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî amadehiya hikûmetê ji bo alîkariya ziyandîtiyan nîşan da û destnîşan kir ku saziyên hikûmetê di vî warî de çi pêwîst be bikin.

Agir îro danê êvarê bi bazara navdar a Hewlêrê “Bazara Lengê” ket û tîmên agirkuj karîn agir  kontrol bikin û vemirînin.

Di bûyerê de ti kes neşewitiye û tenê 2 kes tûşî bihntengiyê bûne û ji bo dermankirinê, bo Nexweşxaneya Lezgîn a Rojhilat hatine veguhastin.

Li gorî zanyariyên destpêkê, di bûyera agir de ji sedî 10 – 15 ji bazarê şewitî û tîmên û tîmên beşdar karîn ji sedî 75 kelûpelên welatiyan ji şewatê biparêzin.