Xelîlzad: Biryarên Dadgeha Federalî yên li dijî Herêma Kurdistanê nedestûrî ne

Zalmay Xelîlzad
Zalmay Xelîlzad

Navneda Nûçeyan (K24) - Balyozê Berê yê Amerîkayê li Îraqê dibêje, “Ez gelek baş dizanim ku biryarên Dadgeha Federalî yên li dijî Herêma Kurdistanê nedestûrî ne”, pêdivî jî dibîne ku Amerîka nerîna berpirsên Kurd ji bo darêtina siyaseta xwe li Rojhilata Navîn bi hikmet werbigire.

Balyozê Berê yê Amerîkayê li Îraqê Zalmay Xelîlzad ji K24ê re ragehand, “Ew demek bû ku çi berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê serdana Waşintonê nekiribû. Gelek rûdan li Herêma Kurdistanê û Îraqê û heta li deverê jî rû didin, lewma jî giring e Amerîka guhdariya dîtin û nerînên berpirsên Herêma Kurdistanê bike”.

Balyozê Berê yê Amerîkayê li Îraqê pêdivî dibîne ku Amerîkayî guhdariya dîtin û nerînên berpirsên Herêma Kurdistanê bikin û gotinên wan ji bo darêtina siyaseta xwe li Rojhilata Navîn bi hikmet werbigirin.

Zalmay Xelîlzad li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Amerîkayê û civînên wî bi berpirsên bilin ên wî welatî re jî got, “Pêşwaziyeke gerim li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin. Bi nerîna min êdî divê partiyên Kurdan û taybet PDK û YNK Kurdistanê li pêşî her tiştekî dabinin û bi yek tîmê li Bexdayê kar bikin”.

Navbirî tekez jî kir, “Îranê di rewşa Îraqê de desthilat heye. Biryarên Dadgeha Federalî jî ji bo lawazkirina sîstema siyasî ya Îraqê ne. Ez bi xwe di dema nivîsîna destûrê Îraqê de balyoz bûm, ez dizanim aliyên nêzî Îranê li pişt biryarên Dadgeha Federalî ne û dijî destûrî ne”.

Xelîlzad di pareke din a gotinên xwe de behs kir, “Kurd hevalên nêzîk ên Amerîkayê ne, lê budceya wan tê birîn û mafên wan ên destûrî tên binpêkirin. Divê Amerîka bandora xwe bi kar bîne”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê, û hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê dike, ku tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.