Şêwirmendeka Mesrûr Barzanî: Amerîka pêdivî dibîne ku petrola Herêma Kurdistanê bê hinardekirin

Zeviyeka petrolê li Herêma Kurdistanê
Zeviyeka petrolê li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Şêwirmendeka Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Berpirsên bilind ên Waşintonê tekezê li ser pêdivîtiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê dikin”.

Li ser hevdîtin û civînên Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi berpirsên bilind ên Waşintonê re, Şêwirmenda Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Guhertinên Seqayî Beyana Samî Ebdulrehman ji K24ê re ragehand, “Wezîrê Derve yê Amerîkayê bi germî pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, civîna wan gelek baş bû û danûstandin li ser çend mijaran kirin, wekî guhertinên deverê û pirsa petrol û enerjiyê”.

Li dû gotina wê şêwirmenda Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Berpirsên bilind ên Amerîkayê tekezê li ser pêdivîtiya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê dikin, ji ber ku peywendî bi sûka enerjiyê ya cîhanî re heye”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê, û hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê dike.

Tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.