Avakirina Encûmena Federal daxwazeke sereke ya kurdan ji kabîneya Sûdanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Yek ji mercên beşdarbûna kurdan ji Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya avakirina kabîneya Sûdanî, derxistina projeyasaya Encûmena Federal bû. Lê belê ev yasa ji ber nakokiyên siyasî heta niha derneketiye.

Sîstema federalî li her welatekî li ser çend stûnên girîng tê avakirin, bêyî van stûnan, federalî bi ser nakeve. Yek ji stûnên herî girîng ên her sîstemeke federal jî, hebûna Encûmena Federal e.

Ev encûmen li kêleka Encûmena Nûneran roleke giring di yasadanînê de dilîze, ji ber ku endamên Encûmena Federal ji nûnerên herêman pêk tên û maf û serweriya her kesî di vê encumenê de tê parastin.

Destûra hertimî ya Iraqê di çend xalan de giringî û çawaniya avakirina Encûmena Federalî diyar dike. Li gorî xala 48 a destûrê, desthilata yasadanana federal ji Enûmena Nûneran û Encûmena Federal pêk tê. Madeya 65’an jî behsa avakirina encûmenê dike, ku tê de tê gotin, endamên Encûmena Federal ji nûnerên herêm, parêzgehan û hikûmeta federal pêk tên.

Encûmena Federal çend rol û bandorên wê yên girîng ji bo herêm û yekeyên pêkhatî li her dewletek federal heye. Ji ber vê yekê, bi hebûna Encûmena Federal, ti aliyek nikare desthilata aliyên din kêm bike û destdirêjî û binpêkirinan li dijî hev bike, ji bilî wê jî, serxwebûn û serweriya herêman tê de parastî dibe û rê nade ku piranî xwe li ser kêmaniyan ferz bike.

Di Encûmena Federalî de mafê hemû herêman heye ku veto bikin, lewra piraniya wan nikarin bêyî razîbûna aliyên din, yasayekê derxînin ku bandorê li statû, hêz û serxwebûna herêmê û yekeyên pêkhatî bike.

Yek ji mercên beşdarbûna kurdan di rêkeftina avakirina hikûmeta niha ya Iraqê de, derxistina projeyasaya Encûmena Federal bû ku li gorî wê rêkeftinê, diviyabû di nava 6 mehan de bihata cîbicîkirin, lê ji ber nakokiyên siyasî encûmen nehatiye avakirin.