Felah Mistefa: Tirkiye amade ye petrola Kurdistanê hinarde bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Derve dema serdana Erdogan bo Hewlêr û Bexdayê aşkere kir û got jî: “Tirkiye amade ye carek din dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bike.”

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Derve Felah Mistefa di li çarçeveya Konfiransa Dîplomatîk a Antalyayê di konfiranseke rojnamevanî de behsa serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan bo Hewlêr û Bexdayê û destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.

Serdana Serokomarê Tirkiyeyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê

Felah Mistefa got: “Biryar e Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyyip Erdogan piştî hilbijartinên şaredariyan, serdana Hewlêr û Bexdayê bike.”

Weke ku Felah Mistefa gotiye, ew wek Herêma Kurdistanê bi vê serdanê kêfxweş in, ji ber ku ev serdan dê bibe alîkar ku zêdetir peywendiyên Tirkiye bi Iraqê re bi giştî û bi Herêma Kurdistanê bi taybetî were pêşxistin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja 26ê Sibata borî jî ragihandibû, ewê piştî hilbijartinên şaredariyan di dawiya meha Adarê de serdana Iraqê bike.

Hinardekirina Petrola Kurdistanê

Derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê de; Felah Mistefa got: “Niha Tirkiye amade ye ji nû ve petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike, lê ev mijar li gel Bexdayê maye.”

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê jî kir, “Her dema ku Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftina dawî, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê (bi rêya Bendera Ceyhanê re) dê dest pê bike.”

Ev di demekê de ye ku ji 25ê Adara 2023ê were hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Bexda û Hewlêr û Enqere ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê mijûlî danûstandinan in. Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bilî ku zirar gehandine budce û jêrxaneyên Îraqê û Herêma Kurdistanê, herwesa bûye sedema kêmbûna nêzî nîv milyon bermîlên petrolê li sûka enerjiyê ya cîhanê de.