Erdogan ji bo bangeşiyên hilbijartinan serdana bajarên Bakurê Kurdistanê dike

Diyarbekir (K24) – Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, di çarçoveya bangeşiyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de bernameya Bakurê Kurdistanê ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan diyar bû. Li gorî bernameyê, Erdogan dê di navbera 6 û 21ê Adarê de li çend bajarên sereke yên herêmê bigere.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ku di heman demê Serokê Giştî yê Partiy Dad û Geşepêdanê yê Ak Partiyê ye jî di çarçoveya bangeşiyên hilbijartinên şaredariyan de dê serdana bajarên Bakurê kurdistanê bike.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Erdogan dê di 6ê Adarê de li Meletiyê, di 10ê Adarê de li Diyarbekirê, di 11ê Adarê de li Şirnexê, di 13ê Adarê de li Mêrdînê, di 15ê Adarê de li Wanê, di 20ê Adarê de li Rihayê û di 21ê Adarê roja Newrozê de jî li Êlihê be û dê ji bo serdana wî ya Êlihê miting were lidarxistin.

Her wiha hat zanîn ku Serokomarê Tirkiyeyê di serdana van bajarên navborî de dê hem beşdarî vekirinên tomarî bibe hem jî dê ji bo hilbijartinan li qadên girseyî bang li welatiyan bike.