Apikur: Hinardenekirina petrola Kurdistanê mehane milyarek dolar zirarê digihîne aboriya Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Apikur red dike ku ti rêkeftinek di navbera hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê hatibe kirin. Got jî, hinardenekirina petrola Kurdistanê mehane milyarek dolar zirarê digihîne aboriya Iraqê.

Komeleya Pîşesazî ya Petrola Herêma Kurdistanê (Apikur) li ser îdiayên hin serkirdeyên siyasî yên Iraqê derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ya hinardekirina petrola Kurdistanê bo bendera Ceyhana Tirkiyeyê de daxuyaniyek belav kir.

Apikur red kir ku ti rêkeftinek di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û kompaniyên navdewletî yên petrolê de li ser destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya boriya Iraq-Tirkiye de hatibe kirin.

Apikur diyar kir, “Komopanyayên endamên Apikurê pêşwazî li vekirina boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeye dikin. Lê mixabin heta niha ti pêşniyar û bername û planek derbarê vê rêkeftinê de ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ve nehatiye kirin, ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di dema dawî de çendîn raportên bêbingeh ji aliyê hin berpirsên payebilind ên hikûmeta Iraqê ve di medyayê de hatin belavkirin ku ew ligel kompanyayên petrolê yên navdewletî gihîştine rêkeftinekê ji bo destpêkirina karê xwe û hinardekirina petrolê bi rêya boriya petrolê ya Iraq-Tirkiyeyê. Lê di rastiyê de, em hîna sedemên rastîn ên van nûçeyên derew nizanin û çima têne weşandin, lê em dizanin ku her meh ku boriya petrolê ya di navbera Iraq û Tirkiyeyê de were girtin, Iraq dê 1 milyar dolar zirarê bibîne.”

Apikur diyar kir: “Ji 7 heta 9ê Çileya 2024an li Bexdayê di navbera nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Iraqê û kompanyayên navdewletî yên petrolê de gelek civîn hatin lidarxistin. Lê heta niha Apikur ti pêşketineke berçav di pirsa hinardekirina petrola Kurdistanê de nedîtiye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Endamên Apikur amade ne ku ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bicivin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan di berjewendiya giştî de.”

Felah Mistefa: Tirkiye amade ye Petrola Kurdistanê hinarde bike

Derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê de; Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Derve Felah Mistefa got: “Niha Tirkiye amade ye ji nû ve petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike, lê ev mijar li gel Bexdayê maye.”

Felah Mistefa amaje bi wê jî kir, “Her dema ku Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftina dawî, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê (bi rêya Bendera Ceyhanê re) dê dest pê bike.”

Ev di demekê de ye ku ji 25ê Adara 2023ê were hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Bexda û Hewlêr û Enqere ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê mijûlî danûstandinan in. Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bilî ku zirar gehandine budce û jêrxaneyên Îraqê û Herêma Kurdistanê, herwesa bûye sedema kêmbûna nêzî nîv milyon bermîlên petrolê li sûka enerjiyê ya cîhanê de.