Mehmet Halîs Bîlden: Ez kurdî dizanim, ka gelo rikeberên min jî dizanin

Diyarbekir (K24) – Namzetê AK Partî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Mehmet Halîs Bîlden projeyên xwe da nasîn û amaje kir ku ewê bi 26 projeyan kar bo 60 hezar kesan dabîn bikin.  Bîlden derbarê zanîna zimanê kurdî de bang li rikeberên xwe jî kir û got: “Ez kurdî dizanim, lê gelo rikeberên min dizanin.”

Namzetê AK Partî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Mehmet Halîs Bîlden ji K24ê re got: “Zimanê Kurdî serbest e, dê di serdema me ya şaredartiyê de jî serbest be. Ez bi kurdî diaxifim ser otobêsa min jî kurdî nivîs hene ku me nivîsîye ser seran ser çavan. Ez bang li rikeberên xwe dikim gelo bi kurdî dizanin, bila derbikevin hember mîkrofonan ka kî kurdî dizane bila Diyarbekir bibîne.”

Mehmet Halîs Bîlden li ser projeyên xwe ya ji bo şaredariyê got: “Emê projeya Diyarray, ango trêna nav bajêr cîbicîbikin û rojane 100 hezar kes dê lê siwar bibin.”