Berê binyatî ji bo pirojeya ava vexwarinê ya Kaniyereşê tê danan

Helgurd Şêx Necîb
Helgurd Şêx Necîb

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê radigehîne, “Berê binyatî yê pirojeya ava vexwarinê ya komlegeha Kaniyereşê li qezaya Sîdekanê bi gojimê zêdetirî yek milyar dînaran hat danan”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb îro (Sêşem, 05.03.2024) di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “Di bernameyên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi xwe ew bû ku, divê giringî bi tev gund û deveran bê dan. Ji bo ku giringî bi wê bernameyê bê dan, divê pirojeyên xizmetkarî ji bo tevaya gundan bên destpêkirin”.

Helgurd Necîb herwesa amaje da, “Yek ji wan pirojeyan jî ev pirojeyê îro ye ku berê binyatî jê re tê danan, ew jî dabînkirina avê ji bo komelgeha Kaniyereşê ye. Me di vê pirojeyê de feyde ji ava sererd wergirtiye. Em bi rijdî kar dikin ji bo ku ew pirojeyên mimkin bi lez bên çêkirin û welatî di paşerojê de tûşî arêşeyên din nebin”.

Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û li jêr çavdêriya Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Necîb, berê bniyatî ji bo pirojeya gehandina tora ava vexwarinê ya komelgeha Kaniyereşê li qezaya Sîdekanê bi gojimê yek milyar û 13 milyon û 238 hezar û 500 dînaran hat danan.

Gundê Bermîzeyê bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 16.10.2024ê bi fermana Civata Wezîran a hejmar 3338 bi navê Kaniyereşê ji gundî bû komelgeh. Ev pirojeya yekê ya sitratejîk a vê komelgehê ye û biryar e îsal birêveberê wê komelgehê bi vekirina dezgehên mîrî re bê diyarkirin.